Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Serokê Berê John F. Kennedy Bîr Tîne


Di salvegera 50’î ya kuştina wî de, Serokê berê yê Amerîka John F. Kennedy îro Înîyê li seranser Amerîka te bîranîn.

Serok Obama ferman derxist ku alayên Amerîkî li seranser welêt bêne nizim kirin, jibo rêzgirtina serokê berê Kennedy.

Li bajarê Dallas ya eyaleta Teksas, ku Kennedy lê hatibû kuştin, zengilên kelîseyan wê lêxe.

Herwiha li cîhên ku di jîyana Kennedy de girîng bûn, merasîmên bêdeng werine kirin.

Dîroknasê navdar David McCuollough ku xelatgirê Nobelê ye, dê çend axaftinên Serok Kennedy bixwîne.

Televîzyona CBS jî bultena xwe ya orjînal biweşîne ku di roja kuştina Kennedy de hatibû weşandin.

Serok Obama jî di axaftineke taybet de, behsa Serok Kennedy kir ûew wekî xîzmetkarekî pir hêja yê civaka Amerîkî nav kir.
XS
SM
MD
LG