Lînkên eksesibilîtî

Biratîya Misilmanan Daxuyanîya Kerry Rexne Dike


Biratîya Misilmanan ya Misirê bi tundî Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry rexne dike, jiber daxuyanîyên wî yên vê dawîyê.

Birêz Kerry gotibû ku Biratîya Misilmanan dest dana serhildana girseyî ya sala 2011 û jibo berjewendîya xwe kar anî.

Biratîya Misilmanan anku Îxwan, îro Înîyê bi daxuyanîyekê got, divê Amerîka rêz li prensîbên demokrasîyê bigire û piştgirî nede dîktatorîya artêşa Misirê.

Daxuyanî bersîvdana şîroveyên John Kerry e.

Kerry roja Çarşemê gotibû ku Misirîyên ciwan serhildana dijî Husnî Mubarek destpê kiribû, lê Îxwan ew yek wek serkeftina xwe nîşan dabû û ji xwe re xebitandibû.

Artêşa Misirê serokê Îslamî Mihemed Mursî ji desthilatê gêr kiribû û tepeserkirinekê xurt li ser Biratîya Misilmanan meşandibû.
XS
SM
MD
LG