Lînkên eksesibilîtî

Obama: Di 44 Mehan de Nêzîkî 8 Milyon Kar li Amerîka Peyda Bûne


Serokê Amerîkî Barack Obama roja Şemîyê bang li welatîyên Amerîkî kir ku li paş sernivîsên siyasî yên bêzar binêrin û berê xwe bidin “tiştên baş” ku li Amerîka dibin.

Di gotara xwe ya heftane de, birêz Obama got, 7.8 milyon derfetên kar di 44 mehên dawî de hatine peydakirine. Wî got 200 hezar kesên din jî meha bûrî kar peyda kirine.

Serokê Amerîka herwiha got ku ji dema ew bûye serok, deynên welêt daketine nêvî, û ev jî bûye eger ku weberênan di tiştên ku karan peyda dikin, wekî lêkolînên perwerdeyê û binçîne, hêsantir bibe.
XS
SM
MD
LG