Lînkên eksesibilîtî

Girjî di Navbera Japon û Çînê de Nû Dibin


Japon protestoyeke bihêz li dijî Pekînê destpê kiriye piştî ku wezareta berevanîya Çînê nexşeyeke berevanîya asmanî ya Deryaya Rojhilata Çînê belav kir ku giravên li jêr destê Japonê di nav de bûn û ji alîyê Çînê ve tên îdîakirin.

Di peywendîyeke telefonî de roja Şemîyê, Junichi Ihara, serokê Ofîsa Wezareta Derve ya Japon jibo Karûbarên Asya û Oqyanosyayê, ligel balyozê Çînê li Tokyo, Han Zhiqiang, got ku ew nexşe “qet nayê qebûlkirin.”

Ihara herwiha rexne li Çînê kir li ser zêdekirina girjîya ligel Japonê jibo wan giravan.

Di daxuyanîyekê de ku roja Şemîyê li ser malpera wê hate belavkirin, wezareta berevanîya Çînê got ku li jêr jimareke qanûnên nû, hemû firokên ku derbasê herêma berevanîya asmanî dibin, divê desthilatdarên Çînî agahdar bikin. Li gorî daxuyanîyê, eger hemû firoke dikevin bin qanûnên awarteya leşkerî eger xwe nedin nasîn an jî fermanên ji Pekînê bicî neyînin. Daxuyanîya wezareta berevanîya Çînê herwiha got ev qanûn roja Şemîyê karîger dibin.

Wexteke zûtir vê mehê, Japonê firokên şer şandin asmanê Deryaya Rojhilata Çînê, piştî li gorî gotina wê dît ku firokeyeke bêmirov ber bi Japonê ve dihat.
XS
SM
MD
LG