Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran û Grupa 5+1 li Hev Kirin


Îran û welatên endam di Encûmena Asayiş ya Neteweyên Yekbûyî û Almanya li hev kirin jibo çarserkirina nakokiyên li ser bernama navokî ya Tehranê.

Karbidestên Ewropî roja Yekşemê dibêjin ku karbidestên Îranî û Grupa 5+1 li danûstandinên Jinêvayê li hev kirin.

Di gotarekê de Serok Obama pesna wê rêkeftina da û got ku rêkefitna destpêkî, ku şeş mehan berdewam dibe, şiyanên Îranê sînordar dike jibo çêkirina çekên navokî.

Berpirsa rêbaza derve ya Yekîtiya Ewropî Catherine Ashton bi fermî rêkeftina navbera Îran, Amerîka, Brîtanya, Rûsya, Fransa, Çîn û Almanyayê ragihand.
XS
SM
MD
LG