Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongresa Amerîkî Hember Rêkeftina bi Îranê re Nîgeran e


Endamê Kongresê Ed Royce
Endamê Kongresê Ed Royce
Berpirsê Komîteya Karûbarên Derve li Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka dudil e piştgirtîya xwe bide peymaneke navokî ya dîrokî ligel Îranê.

Kongresmanê Komarî Ed Royce ji wîlayeta Kalîfornya roja Yekşemê got, wî “xemên cidî” hene ku di nav rêkeftinê de “standardên pêwîst jibo parastina Amerîka” û hevalbendên wê cih nagirin.

Royce got, hilanîna sizayên Îranê bêtir wekî piştgirî tê.

Wî got, ev rêkeftin rê dide Tehranê ku hêmanên sereke jibo karîna çêkirina çekên navokî bihêle.

Kombûna şeş hêzên mezin ligel Îranê li Jinêvê gihiştine rêkeftinekê bi hikûmeta Tehran ku pêşxistina programa navokî rawestîne.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, mebesta vê peymanê gihiştina rêkeftineke berfireh e ligel Îranê, li dema ku siza her dimînin.

Endamê Kongresê Royce dixwaze Kerry were pêş Komîteya Karûbarên Derve da ku “gelek xemên girêdayê vê rêkeftinê nîşan bide.”
XS
SM
MD
LG