Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YASA Nexşeya Sîyasî ya Kurdistana Sûrîyê Pêşkeş Kir


Navenda Lêkolînê ya Kurdî Jibo Rawêjkarîya Yasayî (YASA) bi hevkarîya Tevgera Ciwanên Kurd li Sûrîyê (TCK) li ser dabeşkirina erdên Sûrîyê û dîyarkirina nexşeya herêma Kurd projeyek pêşkeş kir.

Civîna pêşkeşkirina lêkolîna li ser nexşe û dabeşîya cîwarbûna gelê Kurd li Sûrîyê roj Înîyê li Stenbolê bi pêşkeşîya Pisporê yasayan Arîf Cebo ku pêşengîya vê lêkolînê kiriye pêk hat.

Serokwezîrê berê yê hikûmeta demkî ya opozîsyona Sûrîyê Xesan Hîto, endamên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS), nûnerên opozîsyona Sûrîyê û gelek ciwanên Kurd beşdarîya vê civînê kirin.

Rêvebirê navenda YASA’yê Arîf Cebo, piştî pêşkeşîya xwe ji Dengê Amerîka re peyivî. Wî dîyar kir, wan ev nexşe gund bi gund li gor niştecihbûna Kurdan di encama xebata 6 mehan de amade kiriye ku mebesta wan jî zelalkirina sînorên Kurdan li ser erda Sûrîyê ye.

Birêz Cebo bibîr xist, ligel ku nexşeya herêma Kurd ji alîyê bîragiştî ya navnetewî ve bi awayekî belavbûyî tê qebûl kirin jî opozîsyona Sûrîyê jiber ku Kurdan wek milet napejirîne nexşeyê qebûl nake.

Wî da xuya kirin, wan di vê xebata xwe de ji xeynî dîyarkirina sînorên Kurdan herwiha ji hêla sîyasî ve jî projeyên herdu encûmanên Kurdên Sûrîyê yên li ser daxwazên Xweserîya Demokratîk û Fedaralîyê li gor qanûnên navnetewî nirxandiye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG