Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewropî Cezayên li Dijî Îranê Sivik Dike


Laurent Fabius
Wezîrê Derve yê Fransayê Laurent Fabius dibêje dibe ku Yekîtiya Ewropî li meha 12 cezayên xwe li dijî Îranê sivik bike.

Lê belê birêz Fabius got ku sivikkirina cezayan wê sînordar be û her gav dikarin cezayan li dijî Îranê giran bikin.

Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Fransayê rojekê piştî lihevkirina Îran û Grupa 5+1 e jibo sînordarkirina bizavên navokî yên Îranê.

Di danûstandinên navokî de, ku li Jinêvayê birêve çû, Îran razî bû ku jibo şeş mehan hinek beşên çalakiya navokî ya xwe bisekinîne hemberî sivikkirina cezayên aborî li dijî Tehranê.

Grupa 5+1 li endamên herdem yên Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê pêk dihêt.
XS
SM
MD
LG