Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Welatên Ereb Pesna Rêkeftina Navokî ya Îranê Didin


Wezîrên Derve yên Amerîka û Îranê li Jinêvayê.
Wezîrên Derve yên Amerîka û Îranê li Jinêvayê.
Qeter û Kuweyt pesna rêkeftina navokî ya navbera Îran û Grupa 5+1 didin.

Wezareta Derve ya Qeterê di peyamekê de lihevkirina navokî bi pêngavek jibo garantîkirina aştî û tenahî li herêmê kir.

Cîgirê wezîrê derve yê Kuweytê jî Xalid Carellah kêfxweşiya xwe hemberî wê rêkeftinê ragihand û hêvî xwest ku ev rêkeftin bibe sedema çareserkirina nakokiyan û garantîkirina parastina herêmê.

Di danûstandinên navokî de, ku li Jinêvayê birêve çû, Îran razî bû ku jibo şeş mehan hinek beşên çalakiya navokî ya xwe bisekinîne hemberî sivikkirina cezayên aborî li dijî Tehranê.

Grupa 5+1 li endamên herdem yên Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û Almanyayê pêk dihêt.
XS
SM
MD
LG