Lînkên eksesibilîtî

Konferansa ‘Jinêva 2’ li Sala 2014'ê Birêve Diçe


Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon.
Neteweyên Yekbûyî roja Duşemê ragihand ku konferansa navneteweyî ya taybet bi aştiya Sûriyê li roja 22’ê meha 1, sala 2014’ê li Jinêvayê birêve diçe.

Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî-moon roja birêveçûna konferansa ‘Jinêva 2’ eşkere kir, piştî çend caran roja wê konferansê hate paşxistin.

Birêz Ban herwiha got ku ew çaverê dike ku nûnerên hikûmet û opozisyona Sûriyê di wê konferansê de beşdar bin û bi rijdî kar bikin ji bo bi dawî anîna şerê Sûriyê.

Armanca wê konferansê vedîtina çareseriyeke siyasî ye jibo krîza Sûriyê.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG