Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtûjî li Lîbyayê Berdewam e


Hikûmeta Lîbyayê ragihand ku bi sedema şer û pevçûnan li navbera hêzên artêşê, kesên sivîl yên çekdar û endamên ser bi komeleke Îslamî bi kêmî ve neh kes hatin kuştin.

Li gorî ragihandina hikûmetê, pevçûn roja Duşemê li bajarê Binxazî qewimî.

Kesên sivîl ku çek bi wan re bûn û endamên komeleya Ensar El Şerîe ya tundrê êrîşa hevdu kirin.

Komela Ensar El Şerîe bi fermî hatiye qedexekirin, lê belê hêşta bi eşkereyî li Binxazî çalakiyên xwe dike.

Ensar El Şerîe bi gumana encamdana êrîşa li dijî konsulxaneya Amerîkî li li 11’ê Îlona 2012’ê hatiye tometbarkirin.
XS
SM
MD
LG