Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Barzanî û Newşîrwan Mistefa li Selaheddînê Civiyan


Serokê Herêma Kurdistana Îraqê Mesûd Barzanî û rêberê tevgera Goran roja Duşemê li Selaheddînê civiyan.

Dr. Fuad Husên, berpirsê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê, got ku di wê civînê de gotûbêj li ser rewşa siyasî ya herêma Kurdistanê û têkeliyên navbera Partiya Demokrata Kurdistanê û Goran hate kirin.

Ev civîn di demekê de ye ku danûstandin berdewam in jibo avakirina hikûmeteke nû li Herêma Kurdistanê piştî hilbijartinên Îlonê.

Di wan hilbijartinan de Partiya Demokrata Kurdistanê wek hêza yekem û tevgera Goran wek hêza duwem derketin.

Pêş hilbijartinên Îlonê, Goran mezintirîn hêza opozisyonê bû li Herêma Kurdistanê, lê belê dibe ku di hikûmeta nû de beşdar be.

Jibo pêzanînan derbarê civîna birêz Barzanî û birêz Newşîrwan Mistefa, hevkar Simko Ezîz hevpeyvîn bi Dr. Fuad Husên re kiriye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG