Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerekî ENKS’ê: Rêvebirîya Demkî Ne Projeyeke Xerab e


M. Xêr Bengo
M. Xêr Bengo
Endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Xêr Bengo, ku yek ji 11 endamên Kurd yên nav Hevalbendîya Opozîsyona Sûrîyê ye, rêvebirîya demkî û helwesta opozîsyona Sûrîyê ji Dengê Amerîka re nirxand.

Mihemed Xêr Bengo got, “em ne li dijî rêvebirîya demkî ne, lê îlankirina wê wekî fêlekê li dema tevlîbûna me ya nav opozîsyonê pêk hat.”

Birêz Bengo destnîşan kir, herku ew li dijî ragihandina yekalî ne jî, rêvebirîya demkî ne projeyeke xerab e û pêdivîya Kurdên Sûrîyê jî bi wê heye.

Wî da zanîn, hebûna ENKS’ê li nav Opozîsyona Sûrîyê ne li dijî projeyên rêvebirîyên herêmî ye ku sedema çaresernekirina nakokîyên navbera herdu encûmenên Kurdî jî çalaknekirina komîteyên Desteya Bilind a Kurd (DBK) e.

Nûnerê ENKS’ê Bengo bal kişand ser wê yekê ku ew piştgirîyê nadin daxuyanîya lezgîn ya opozîsyonê ku li dijî Rêvebirîya Demkî derketiye. Di daxuyanîyê de, opozisyonê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bi parçebûna Sûrîyê tawanbar kiriye.

Birêz Bengo herwiha da xuya kirin, ew li nav opozîsyonê Sûrîyeke federal pêşnîyar dikin ku ev jî ji rêvebirîya demkî gelekî pêşdetir e.

Jibo bêtir agahîyan, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:53 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG