Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer di Navbera Artêş û Mîlîşyayan de li Lîbya Berdewam in


Nexşeya Lîbya
Nexşeya Lîbya
Çekên giran û roketan roja Duşemê bajarê Bengazî bombebaran kirin, li dema ku mîlîtanên Îslamî şerê yekîneyeke artêşa Lîbyayê kirin. Televizyona hikûmeta Lîbya qurbanîyên sivîl yên şer nîşan da dema ku li nexweşxaneyekê dihatin dermankirin.

Ji derengî Yekşemê de, şer di navbera hêzên hikûmetê û mîlîtanên koma Ensar al Şarîa berdewam kir. Ev grup ji alîyê hikûmeta Amerîka tê tawanbarkirin bi beşdarîya li êrîşa li ser konsulxaneya Amerîkî. Di êrîşa sala 2012ê de balyozê Amerîkî Chris Stephens û sê Amerîkîyên din hatin kuştin.

Wezîrê Hundir yê nû Sebrî Ebdilkerîm di konferanseke rojnamevanî de li Terablusa paytext got ku hikûmet daxwaz dike hemû mîlîtan ji Bengazî derkevin û herwiha got ku artêş û polîsên Lîbya hêvî dikin ku careke din bajêr kontrol bikin.

Li alîyekî din, çalakvana mafên mirovan Zehra Lanfy ji televizyona dewletê re got ku pêwîst e hikûmet şervanên genc bîne nav artêş û dezgehên din yên hikûmetê.

Bêtir agahî di vê raporta dengî de.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:06 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG