Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Li Tirkiyê Mafên Mirovan Hatîne Binpêkirin”


Parka Gezî ya Stenbolê li roja 15'ê Hezîranê, 2013.
Parka Gezî ya Stenbolê li roja 15'ê Hezîranê, 2013.
Civata Ewropî jibo Mafên Mirovan bi tundî rexne li hikûmeta Tirkiyê girt jiber binpêkirina mafên mirovan li dema xwepêşandanên li dijî hikûmetê ku li Stenbolê destpê kir.

Berpirsê civatê Nils Muiznieks roja Sêşemê got ku hikûmeta Tirkiyê heta nuha lêkolîn li ser gelek îdîayên binpêkirina mafên mirovan ji layê polîsên Tirk ve nekiriye.

Muiznieks got ku tometbar nekirina polîs û hêzên parastinê, yên ku mafên mirovan binpê dikin, pirsgirêkeke mezin e li Tirkiyê.

Di xwepêşandanên li dijî hikûmetê de li mehên Gulan û Hezîranê de, pênc kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG