Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirk û Kurd li Sûriyê Şerê Rejîma Esed Dikin


Çekdarên Îslamî li Sûriyê.
Çekdarên Îslamî li Sûriyê.
Bi sedan Tirk di nav hêzên Îslamî de li Sûriyê şerê rejîma Beşar El Esed dikin, li gorî ajansa Reuters ya nûçeyan.

Reuters li ser zimanê malbatên Tirkên ku li Sûriyê şerî dikin radigihîne ku kesên Îslamî, xortên Tirk pal didin ku biçin li Sûriyê cîhadê bikin.

Her ji destpêka serhildan û şerê Sûriyê vir ve, bi hezaran kes li welatên cûda gihiştîne Sûriyê û bûne endam di hêzên serhildayan de, bi taybet komeleyên tundrê yên Îslamî.

Hejmareke Kurdên Kurdistana Îraqê jî li Sûriyê hatîne kuştin yan girtin, li gorî raportên medyaya Herêma Kurdistanê.

Herwiah çekarên Şîe yên Îraq û Libnanê jî jibo piştgiriya Esed şerî li dijî hêzên serhildayan dikin li Sûriyê.
XS
SM
MD
LG