Lînkên eksesibilîtî

Çetîn: Nêçîrvan Barzanî li Tirkîyê Peymanên Dîrokî Îmze Dike


Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî,
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Îraqê Nêçîrvan Barzanî, jibo îmzekirina peymanên firotina petrol û gaza Kurdistanê ku wekî pêngaveke dîrokî tê nirxandin serdana Tirkîyê dike.

Serdana Serokwêzîr Barzanî, ya du rojî îro Sêşemê destpê dike ku ji xeynî Wezîrê Enerjî û Derametên Xwezayî Taner Yildiz wê bi hin karbidestên din yên Tirkîyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re were ba hev.

Serokwezîr Barzanî, berîya îmzekirina peymanan û ragihandina wan, îşev jî li mala Serokwezîr Erdogan li şîvê dicive ku tê çaverê kirin prosedur û amadekarîyên li ser peymanan bigihînin encamê.

Rojnamevan Çetîner Çetîn vê serdana dîrokî ku peymanên heta 60 salan dahatûya danûstandinên herdu welatan dîyar dikin ji Dengê Amerîka re şîrove dike.

Birêz Çetîner balê dikişîne ser û dide xuya kirin, Tirkîyê îtifaqa stratejîk ligel Kurdan çêkiriye ku Serokwezîr Erdogan piştî demekê serdana Bexdayê bike jî ev rewş naguhere.

Ew dide zanîn, bi van peymanan û xûrtbûna danûstandinên bi Tirkîyê re, êdî pêwîstîya Herêma Kurdistanê bi Bexdayê re jî namîne.

Rojnamevan Çetîner vê Serdana Serokwezîr Barzanî wekî pêngaveke dîrokî dinirxîne ku dibêje, “êdî Kurd wekî dewlet têne qebûl kirin û Tirkîye jî ji her tiştî re amade ye.”

XS
SM
MD
LG