Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Sûrî Beşdarî Konferansa Cenevre Dibe


Hikûmeta Sûrî beşdarbûna xwe li danûstandinên aştiyê ragihand, ku li gorî Neteweyên Yekbûyî li meha 1 ya sala 2014ê li Jinêvayê birêve diçe.

Wezareta Derve ya Sûrî roja Çarşemê ragihand ku şandeka hikûmetê dê beşdariyê li konferansa Jinêvayê ket, lê belê hikûmeta Beşar El Esed dest ji desthilatê bernade.

Di vê heftiyê de Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî roja birêveçûna danûstandinên aştiyê ragihand, piştî ku çend caran hate paşxistin.

Armanca wê konferansê damezrandina hikûmeteke Întîqalî ye bi rezamendiya hemû aliyan, da ku Sûriyê ji qeyrana heyî rigar bike, qeyrana ku li Adara 2011ê destpê kir û têde zêdetir ji 100,000 kes hatîne kuştin û bi milyonan kes bûne penaber.

Heta nuke bi dirustî nahête zanîn aliyên cûda yên opozisyonê di wê konferansê de beşdar dibin yan ne.

Hevalbendiya Niştîmanî ya Sûrî, ku mezintirîn komela opozisyonê ye li derveyî Sûriyê, roja Sêşemê ragihand ku hêşta wê biryara dawî nedaye jibo beşdarbûn di wê konferansê de.

Hevalbendiyê dîsa helwêsta xwe dubare kir ku çênabe serokê Sûrî Beşar El Esed çi rolek li pêşroja Sûriyê hebe.
XS
SM
MD
LG