DIYARBEKIR —
Yekemîn Kongreya Meclisa Ciwanan a Partîya Aşitî û Demokrasîyê (BDP) roja Şemîyê li Dîyarbekirê pêk hat.
Jibo ku beşdarê kongreye bibin ji çar alîyê Tirkiyê û Kurdîstanê bi hezaran ciwan hatin Amedê.
Hevserokê BDP Selahattîn Demirtaş jî di kongrê de amade bû û destnîşan kir tu caran azadî bi hêsanî bidest neketîye, "tenê bi berxwedanê yan tenê bi muzakereyê jî azadî bidest nakeve, lazim e berxwedan û muzakere pêkve bimeşin."
Sîyasetvanê Kurd îfade kir ev pêvajoya çareserîyê bi însyatîfa Ocalan destpê kir û got “ jibo ku pêvajo bi silametî bigîje serî, jibo çareseriya demokratik û serkeftinê divê bi tekoşineke bi renge muzakere were meşandin.” Wî di dewmaîyê de got li ser ciwanên Kurdan bêrêxistinî, nezanî û kiryarên xerab tê ferz kirin.
Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir dagirtina valahîya sîyasetê jî barê ser mile ciwanan e.