Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Sûriyê li Lubnanê Berdewam e


Bi sedema şer û pevçûnên navbera alîgir û dijberên Serokê Sûrî Beşar El Esed li Lubnanê, bi kêmî ve neh kes hatin kuştin.

Di wan şer û pevçûnan de, ku li bajarê Terablus a bakura Lubnanê qewimîn, herwiha 70 kesên din birîndar bûn.

Nakokiya tayifî li Sûriyê derbasî welatên cîran jî dibe û gelek caran pevçûnên tayifî li navbera Şîe û Sunnî yên Lubnanê jî çêdibin.

Sunnî yên Lubnanê piştgiriya serhildayên Sûriyê dikin û Şîe jî piştevaniya rejîma Beşar El Esed dikin.

Şervanên komela çekdariya Hizbullah ya Lubnanê jî li Sûriyê şerê serhildayên Sunnî dikin.
XS
SM
MD
LG