Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Demirtaş: Mafê Kesî Nîne Hikûmetê Rexne Bike jiber Diyalogê bi Ocalan re


Selahattîn Demirtaş
Selahattîn Demirtaş
Navenda Dîcleyê ya Lêkolînên Civakî (DÎTAM) jibo rewşa pêvajoya çerserîyê nîqaş bikin, li Dîyarbekirê bi navê Dîyalogên Tigrîsê semînerek lidarxist.

Bernama rêzesemînerên DÎTAMê ya yekê li ser rewşa pêvajoya çareserîyê bû û mêvanê bernamê Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîyê Selahattîn Demirtaş bû.

Hevserokê BDP îfade kir, girîng e ku dewlet bi muatabê meselê re dide û distîne û divê were qebûl kirin ku ev destekeftîyeke. Wî got "kes û aliyên ku dibêjin em li dijî vê pêvajoyê ne divê bilî şer alternatifeke dî peşkeş bikin.”

Sîyasetvanê Kurd destnîşan kir deklerasyona Ocalan ya Newrozê di heman deme de belgeyeke lihevkirinê ya bi deweletê re ye. Hevserokê BDP dîyar kir u heqê kesî nîne ku hikumetê rexne bike ku çima bi Ocalan re dest bi diyalogê kirine. Wî got lazime ku pêvajo ji vê merhelê şûnda vekirî dewam bike da ku rayagiştî jî zanibe ka çi dibe, çawa dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:01 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG