Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîgirê Serokê Amerîkayê Serdana Asyayê Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden gihişte Japonê li destpêka serdana wî jibo sê welatên Asyayê.

Hikûmeta Amerîkî ragihand ku armanca serdana birêz Biden bo Japon, Çîn û Koreya Başûr piştrastkirina baladestiya Amerîka ye li Pasifîk û pêşbirina berjewendiyên aborî yên Amerîka ye li wê deverê.

Birêz Biden roja Sêşemê li Tokyo bi Serokwezîrê Japonê Şinzo Abê û karbidestên din re kom dibe.

Cîgirê Serokê Amerîkayê roja Çarşemê serdana xwe bo Çînê destpê dike û bi serokê wî welatî re kom dibe jibo encamdana gotûbêjin li ser hejmareke pirsan, di nav de nakokiyên navbera Çîn û Japonê.
XS
SM
MD
LG