Lînkên eksesibilîtî

Selvî: Tirkiye bi Pirsgirêka Kurd Fêrî Demokrasî Dibe


Navenda Dîcleyê ya Lêkolînên Civakî (DÎTAM) jibo rewşa pêvajoya çerserîyê nîqaş bikin, li Dîyarbkeirê bi navê Dîyalogên Tigrîsê semînerek lidarxist.

Nivîskarê Rojnameya Yenî Şafakê Abdulkadir Selvî, nivîskarê Hurriyetê Huseyin Yayman, nivîskarê Radîkalê Deniz Zeyrek û nivîskar Mithat Sancar di semînerê de di derbarê pêvajoyê de hizrên xwe parvekirin û ji Demîrtaş pirsan kirin.

Nivîskar Huseyin Yayman got “him di grevên birçîbûnê de, him di dema giritna DTPê de, him jî bi deklerasyona Newrozê de rol û misyona Abdullah Ocalan hat dîtin. Bivê pêvajoyê rêbertîya Ocalan hat qebûl kirin. "Îrada sîyasî û bi biryarî prisgirêka Kurd çareser dibe. Aliyên vê pirsgirêkê êdî hev qebûl dikin."

Nivîskarê Rojnameya Radikalê Deniz Zeyrek jî got “ gelo bi vê pêvajoyê dixwazin mafên Kurdan yên ku ji destê wan sendibûn, teslîmê wan bikin yan dixwazin PKK bêçek bikin û tasfiye bikin? Tiştê ku ez dibinim û ji vê pêvajoyê fêm dikim, dewlet dixwaze bes PKKê bêçek bike. Hê jî êrîşa Roboskê nehatîye ronî kirin. Hun vê bûyerê ronî nekin, ka hunê çawa bi Kurdan bidin bawer kirin ku hunê mafê wan bidin.”

Niviskarê Yenî Şafakê Abdulkadir Selvî jî got Tirkiye bi pirsgirêka Kurd fêrî demokratîkbûnê dibe. Wî got "di heyameke ku Rojhilata Navîn jinûve tê ava kirin, nêrîna ku Kurdan weke xetere dibine ê di vê pêvajoyê de têk biçe. Jiber ku di vê pêvajoyê de Kurd ê li Rojlata Navîn zêdetir derkevin pêş. Ew rexên ku vê rastîyê bibinin ê bi ser bikevin." Rojnamevan Selvî destnîşan kir bi pêvajoya çareserîyê ew rûqalê tirsen xwe bûn.

Akademisyen û niviskar Mithat Sancar jî îfade kir beriya hertiştî bi vê pêvajoyê êdî bi azadî bi hêsanî dikarin pirsgirêka Kurd nîqaş bikin li her dere Tirkiyê. Birêz Sancar destnîşan kir Kurdistan di navenda vê jinûve dizayn kirina Rojhilata navîn de cî digre.

Mithat Sancar da zanîn hikûmet di vê pêvajoyê de ket nav hin kêmasîyan û di mesela Surîye û Rojava de ket nava hin lîstikan. Hewiha wî got "Di destpêkê de hikûmetê xwest PKK li derveyê vê pêvajoyê bihêle, xwest nava BDP û Ocalan xera bike, neha jî dixwaze kurdan berî hev bide." Mîthat Sancar iddia kir di paşxana bîra hikumetê de jibo paşde gav avêtinê deriyek vekirî her daîm heye. " Hikumet gavên fermî navêje. Naxwaze yasayên nû çêbike, ev jî li ser PKK û Ocalan bêbaweriyek çêdike."

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG