Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de Çar Kes li Şamê Hatin Kuştin


Bi sedema êrîşeke xwekujî li naverasta Şamê roja Sêşemê, bi kêmî ve çar kes hatin kuştin.

Televizyona ser bi rejîma Sûrî ragihand ku êrîşberek bombên xwe li taxê Cisr Ebyad ya Dîmeşqê teqand, çar kes kuştin û 17 kesên din birîndar kirin.

Hevdem, berpirsa dêra Mar Takla li nêzîkî Şamê ragihand ku 12 rahîbe ji layê hêzên serhildayan ve hatine revandin.

Febronya Nabhan got ku her 12 rahîbe û sê jinên din ji bajarokê Malûla hatine revandin û niha li bajarokê Yebrûd destbiser in.
XS
SM
MD
LG