Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komandarekî Hizbullah li Lubnanê Hate Kuştin


El-Leqîs hate kuştin dema di vê otomobîlê de rûniştibû.
El-Leqîs hate kuştin dema di vê otomobîlê de rûniştibû.
Komela çekdariya Hizbulalh ragihand ku komandarekî wê komelê li paytexta Lubnanê hate kuştin. Hizbullah, Îsraîlê bi kuştina wî komandarî tawanbar dike.

Hizbulalh ya Lubnanî ragihand ku Hessan El-Leqîs şevê dî hate kuştin dema vegeriya mala xwe li başûra Bêrûtê. Karbidestên parastinê dibêjin, bi çekê bêdeng teqe li wî komandarî hate kirin dema ew di otomobîla xwe de rûniştî bû.

Komela çekdariya Şîe raighand ku li rabirdûyê jî Îsraîlê çend caran bizav kiribû ku El-Leqîsî teror bike, û nuha jî Îsraîl berpirsiyar e hemberî kuştina wî.

Peyvdarê wezareta derve ya Îsraîlê Yigal Palmor desthebûna Îsraîlê li kuştina komandarê Hizbullah red kir û got ku Hizbullah hergav û yekser Îsraîlê tometbar dike.

Îsraîl û Hizbullah li sala 2006ê jibo 34 rojan şer kirin û bi kêmî ve 1,300 kes hatin kuştin, ku piraniya wan Lubnanî bûn.
XS
SM
MD
LG