Lînkên eksesibilîtî

Bepirsek Navneteweyî: Prosesa Hilanîna Çekên Kîmyawî yên Sûrî bi Pêş de Dikeve


Sigrid Kaag
Berpirsa birêxistina hilanîna cebilxaneya çekên kîmyawî yên Sûrîyê dibêje ku kar bipêş de dikeve ber bi derxistina çekên kîmyawî bo derveyî welêt da ku bi awayekî ewle werin hilanîn.

Sigrid Kaag, Rêxistvana Taybet yê NY û Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî got, amadekarî hatine kirin jibo veguhestina wan madeyên kîmyawî ji Sûrîyê bi rîya bêndera deryayî ya Lazigiyê bo cihekî ne eşkere, û ji wir jî dê bi rîya gemîyên şer yên Amerîkî dê werin veguhestin û hilanîn.

Hefteya bûrî, Amerîka gote Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî ku ew amade ye alîkarîya teknolojî pêşkêş bike da ku çekên kîmyawî yên Sûrîyê werin hilanîn. biryar e ev made heta 31ê vê mehê ji welêt bên derxistin.

Hilanîna çekan dê li ser gemîyeke Amerîkî li nav deryayê pêk were, ligel prosesa bikarînana avê, ku ew jî alîkarîya hilanîna madeyên kîmyawî dike. gemîyeke hêzên deryayê yên Amerîkî nuha tê amadekirin da ku piştgirîya operasyonê bike.

Piştî civîneke girtî li Civata Ewlekarîya NY, Sigrid Kaag ji rojnamevanan re got ku amadekirin û pêçandina madeyên kîmyawî ligel standardên deryayî yên navneteweyî jibo kelûpelên metrisîdar tên kirin.

Lê xanim Kaag got ku hindek alîkarîya diravî gihiştîye grûpa wî da ku karê xwe bi rêk û pêk bike. Wê got hîn gelek pere pêwîst e. Wê herwiha texmîn kir ku nêzîkî 35 ta 40 milyon euro pêwîst in da ku ev çekên kîmyawî yên Sûrî werin hilanîn.

Bêtir agahî di vê raportê de.

XS
SM
MD
LG