Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gulten Kişanak û Galip Ensarioglu Namzedên Şaredarîya Dîyarbekirê ne


Serokwezîrê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê namzedên partîya xwe eşkere kir û da zanîn ku namzedê AKPê yê Dîyarbekirê, parlamenterê Dîyarbekirê Galîp Ensarîoglu ye.

Hevserokê Partîya Aşitî û Demokrasîy (BDP) Selahattin Demîrtaş jî eşkere kir ku Hevserokaê BDPê Gulten Kişanak jî namzeda BDPê ya Dîyarbekirê ye.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)Ahmet Turk jî Mêrdînê, parlamenterê BDPê yê Muşê Sirri Sakik ji Muşê ê bibe namzed. Hêjayî gotinê ye li rojavayê Tirkiyê HDP li ser navê BDPê ê bikeve hilbijartinên şaredarîyan. Sirri Sureya Onder ku demekî berê ji BDP derbasê HDPê bû ê bibe namzede Stembolê.

Di hilbijartina rêvebirîyên herêmî yê 2009î de li Dîyarbekirê BDP % 65.6; AKP % 31.3 dengan girtin. Lêkolîna ku di meha Mijdarê de ji alîye kompanîya Gezici ve hatîye kirin, rêjeya dengên partîyan weha ye;

Dîyarbekir: BDP % 50.42; AKP % 42.7e.
Wan: BDP % 48.7; AKP % 40.9
Mêrdîn: BDP % 46.8; AKP 45.7

Ji rûniştavan Dîyarbekirê Xatiya Sakine ji Dengê Amerîka re got di hilbijartinê de Gulten Kişanak ê biser bikeve jiber ku şaredarên BDP bajêr xweş kirine. Azad jî got ji sedî 65 Gulten Kişanak ê biser bikeve. Serdar got jiber ku ji malbateke mezin tê, Galip Ensarîoglu ê biser bikeve. Xalê Sebrî jî got kî baş be gel ê dengê xwe bide wan.


Hatice Kamer

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:23 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG