Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êriş Li ser Wezareta Berevaniya Yemenê Hat Kirin


Li Yemenê, êrişkerekê xwekuj û çekdaran êriş kire ser evahiyê Wezareta Berevaniyê li San’a ya paytext û bi kêmî 20 kes kuştin û bi dehan kesê din birîndar kirin.

Karbidestan got, roja Pêncşembî, êrişkerî bi otombîleka tijî kersteyên teqandinê êriş kire ser rexekê wî avahî û çekdaran ser pê bi çekên otomatik teqe li rexekê din yê wî avahî kir.

Hat ragehandin ku piştî êrişkaran êriş kirye ser nexweşxanekê li wî avahî, çend karmendên noşdariyê yên biyanî û çekdar û serbazên Yemenî hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ragehand piraniya çekdaran hatin kuştin û destûdar hatiye controlkirin.
XS
SM
MD
LG