Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cîhanê Pesna Kesyatîya Mandela Diden


Nelson Mandela 1918-2013
Nelson Mandela 1918-2013
Rêberên berê û yên niha li cîhanê pesna kesyatiya dijî nijadperistî ya serokê berê yê Afrîka Basûr Nelson Mandela diden.

Li Seraya Spî Serok Barack Obama, Nelson Mandela bi kesyatyek bibandor û çalak da nasîn û got ku ew mirovek pir baş bu. Serok Obama behsa hindê kir ku çewa Serok Mandela piştevaniya nêrînên wî dikir û got aştîya îro li Afrîka Başûr heye mezintrîn mîrata rêzdar Mandela ye.

F. W. De Klerk, rêberê dawî yê serdemê nijadperistîyê li Afrîka Başûr got, mezintrîn mîrata rêzdar Mandela, rijdbûna wî li ser aştîyê bu. De Klerk digel rêzdar Mandela xelata Nobel bo Aştîyê wergirt bu.

Bizavkarê dijî nijadperistîyê Desmond Tutu, hevalê xwe bi elmasek giranbiha da nasîn.
Aung San Suu Kyî xelatwergira xelata Nobel bo Aştîyê, got kesyatiya rêzdar Mandela bo eger ku pitir giringî bi nerx û buhayên mirovanî bê dan.
XS
SM
MD
LG