Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer di Navbera Hikûmet û Serhildayên Sûrî de li Neben Dom Dike


Çalakvanên Sûrî dibêjin, hêzên hikûmetê bi piştgirîya Hizbulaha Libnanî şerê serhildayên ser bi el Qayîde ve dikin jibo kontrolkirina bajarokekî li rojavayê Sûrîyê.

Ew bajarok li ser rîya giştî ku bakur û başûrê Sûrîyê bihev girê dide dikeve.

Ev rê xwedî girîngîyeke stratejîk ye jibo herdu alîyan, û wekî rîyeke girîng navbera Şama paytext û bakurê Sûrîyê û herwiha deverên li jêr destê hikûmetê li ser berava Deryaya Spî, tê dîtin.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî vê hefteyê got ku ew dide ber çavan vê rîyê bikar bîne bo veguhestina çekên kîmyawî yên Sûrî bo bêndera Laziqîyê berî ku ji welêt bîne derxsitin bo hilanînê.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirov dibêje, pevçûnên roja Şemîyê li dor bajarokê Nebek diqewimin. Ew dibêje, beşek ji wê rîyê yê nêzîkî bajarokî ji 18 rojan de hatiye girtin.
XS
SM
MD
LG