Lînkên eksesibilîtî

Li Geverê Du Kes ji Layê Polîsan ve Hatin Kuştin


Rojnamevan Omer Oguz ji Dengê Amerîka re got du roj bere di nav goristana gerilayên PKKê de 8 gor hatine şikandin. Li seryekê BDPa Geverê bi daxûyanîyek çapameniyê xwest vê êrîşê şermezar bike.Piştî protestoyê di nav xwepêşander û polêsan de pevçûn derket. Polêsên Tîmên Taybet, gule barandin û di encama pevçûnê de Reşît û Veysel Îşbilir bi derba guleyên çekan jiyana xwe ji dest dan.

Rojnameya Yeni Şafakê di maplera xwe de di derbarê bûyerê de îddia kir ew herdû kes PKKî ne û êrîşê ser nivîsngeha polêsan kirine, di encama pevçûnê de jî hatine kuştin.
Rojnamevanê Kurd Omer Oguz li ser vê îddîayê got “Reşît û Veysel Îşbilir ji Geverê ne, ap û birazî ne. Herdû jî esnaf in herkes wan dinase.”
Parlamenterê BDPê yê Colemrgê Adil Zozanî jî got ev bûyer li hember vê pêvajoyê provakasyonek e.

Hevserokê BDPê Selahattîn Demirtaş li Stembolê di derbarê bûyerê de got Serokwezir peyamê aşitîyê dida lê îro li Geverê dayik digrîn jiber ku lawê wan bi deste polêsên di bin emre hikumetê de ne, hatin kuştin. Miraq dikim, Hikumet jî ê van herdû kesan weke terorîst bide nîşandan yan rastîya mesele qebûl bike û ewê ji malbata wan lêborînê bixwaze." Wî destnîşan kir hikumet ger jibo vê pêvajoyê jidil be divê vê provaksyonê ronî bike û ji malbatan lêborînê bixwaze.
Jibo guhdarîkirina raporta peyamnêra Dengê Amerîka li Amedê, failê deng dagire;

XS
SM
MD
LG