Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistana Mafê Mirovan


Mazlumder
Mazlumder
Komeleya Mafê Mirovan û Piştgirîya jibo Mazlûman (Mazlumder) du sa lin jibo parastina mafê mirovan weke keleporek di nav civakê de bicî bikin, salê du caran rêzesemîneran lidar dixin bi navê Dibistana Mafê Mirovan.

Cîgirê Serokê Giştî yê Malzumder’ê Evukat Selahattin Çoban da zanîn ew pê hisîyan ku di nav civatê de di warê mafê mirovan de kêmanî gellek in. Wî got piştî ku van kêmanîyan firq kirin, xwestin ku di nêrîna mafê mirovan û edaletê de guherinek çêbikin. Li ser vê hizrê jî dest bi rêzesemînerên Dibistana Mafê Mirovan kirin.

Birêz Çoban destnîşan kir, par zêdetir li ser felsefe û hizra mafê mirovan semîneran lidarxistin, lê mijarên semînerên îsal, ji bûyerên ku li Tirkîyê rû dan pêk hatin.

Bûyerên Parka Gezîyê, Mafê Perwerdehîya zimanê Zikmakî, Qetlîama Roboskê, Rojava û Mafê Penaberan çend mijarên dibistanê ya vê heyamê bûn. Dibistana Mafê Mirovan ya vê heyamê di 21ê meha 12 bidawî dibe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG