STENBOL —
Kuştina 2 kesan li navçeya bajarê Colemêrgê, Geverê roja Şemîyê li Stenbolê bi xwêpêşandanekê hate protesto kirin.
Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) û Pêkhatên Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) ligel girseyeke xwepêşander, li Taksîmê kuştina Mehmet Reşît Îşbîlir û Veysel Îşbîlir bi daxuyanîyekê şermezar kir.
Di axaftinan de hate dîyar kirin, berîya salvegera Roboskê bi çend rojan kuştina 2 Kurdan gelekî watedar e ku ev nîşaneya berdewama zihnîyeta berê ye.
Parlementarê BDP’ê yê Agirîyê Halîl Aksoy, li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re destnîşan kir, “ew kesên hatine kuştin sivîl in û bi zanebûn bûne armanca gulleyên polîsan.” Wî bibîr xist, ligel her cure astengîyan jî ew dixwazin pêvajoya aştîyê pêş bikeve.
Birêz Aksoy da xuya kirin, tilîya hin derdorên naxwazin pêvajo pêşve here di van rûdanan de hebe jî hikûmeta deshilatdar bixwe berpirsê vê ye ku hewceye pêşîyê li van bûyeran bigire.