Lînkên eksesibilîtî

Lêkolerên Navneteweyî Serdana Navendeke Navokî li Îranê Dikin


Navenda Arak ya berhemdana ava giran
Medyaya Îranê ragihand ku jibo cara yekem di nav du salan de, vokolerên rêxistina çavdêrîya navokî ya NY serdana navendeke berhemdana ava giran kiriye.

Raport dibêjin ku pisporên Ajansa Atomî ya navneteweyî roja Yekşemê çûn navenda Arak ya ava giran, ku 245 kîlometran li başûr rojavaya Tehrana paytext dikeve. Hêjayî gotinê ye, ava giran bi rêjeya 11 ji sedî ji ava normal ya vexwarinê girantir e û jibo berhemdana madeyên navokî tê bikaranîn.

Ev serdan du hefteyan tê piştî ku Îranê gihişt rêkeftineke demkî ligel endamên herdem yên Civata Ewlekarîya NY û Almanya. Rêkeftin dibêje, Îranê dê hinek beş ji programa xwe ya navokî bisînor bike. Hember wê yekê, dê hinek sizayên navneteweyî ji ser Tehranê werin hilanîn.

Serokê Îranî Hesen Rûhanî roja Yekşemê gote parlamana welêt ku rêkeftina navokî ji nuha de bandoreke erênî li abûrîya Îranê kiriye.
XS
SM
MD
LG