Lînkên eksesibilîtî

Artêşa Libnanî Sê Çekdarên Sûrî li Ser Sînor Digire


Wêne ji arşîvê ye
Ajansa nûçeyan ya ser bi hikûmeta Libnanê ve dibêje, leşkerên Libnanî sê çekdarên Sûrî girtine ku dixwestin sînor qut bikin û derbasî herêmeke kêşebar li alîyê Sûrîyê bibin.

Ajansa Niştimanî ya Nûçeyan dibêje, ew kesên Sûrî li nêzîkî bajarokê tixûbî yê Ersal hatin girtin dema ku dixwest herin nav girên herêma Qelemûn. Ev herêm di çend hefteyên vê dawîyê de bûye cihê şerê giran di navbera hêzên hikûmet û opozisyona Sûrî de.

Ajansa nûçeyan herwiha dibêje ku hersê kes nîvê şeva Yekşemê hatin girtin û hinek çekên sivik û amîreyên peywendîyê ligel wan bûn.

Ji dema ku şerê Qelemûn meha bûrî destpê kiriye, artêşa Libnanî cihê xwe li ser sînorê ligel Sûrîyê asêtir kiriye da ku rê li ber derbasbûna xelkê ji herdu alîyên sînor bigire.

Şerê li herêma Qelemûn bû sedema ku bi hezaran welatîyên Sûrî jibo ewlekarîya xwe birevin Libnanê.
XS
SM
MD
LG