Lînkên eksesibilîtî

Veroj: Tirkiye Dixwaze Konfederalî bi Kurdan re Ava Bike


Seîd Veroj
Di demekê de ku têkeliyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Îraqê di biwarê enerjî de bihêztir dibin, hikûmeta Tirkiyê hêvî xwest ku sînorê navbera Tirkiye û Îraqê wek sînorê navbera welatên Yekîtiya Ewropî be.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu dibêje ku em hêvîdar in welatiyên Tirkiyê bikarbin bitenê bi nasnameya xwe [bêy passport] biçin Hewlêrê.

Seîd Veroj, sernivîserê kovara Bîr li Diyarbekirê dibêje ku rêkeftinên enerjî yên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê jibo Herêm, Tirkiye û Ewropa jî girîng in.

Di hevpeyvînekê de bi Dengê Amerîka re, birêz Veroj got ku Tirkiye dixwaze destkeftên aborî û siyasî bi rêka avakirina têkeliyên bihêz bi Kurdan re bidest bixe.

Birêz Veroj got ku Tirkiye dixwaze konfederaliyeke mezin bi Kurdan ava bike ku “Kurdên Kurdistana Başûr, Bakur, û Rojava bigire di nav xwe de.”

Lê belê birêz Veroj got ku eger Enqere problema Kurdên hundirê Tirkiyê çareser neke, zehmet e ku bi Kurdên parçeyên din re têkeliyên xwe bê pirsgirêk berdewam bike. Wî got, lewma Tikriye dixwaze têkeliyên xwe bi hemû Kurdan re xweş bike, bi taybet Kurdên Bakur, Başûr û Rojava.

Derbarê rola Hewlêrê di pevajoya aştiyê de li Tirkiyê, birêz Veroj got ku Herêma Kurdistana Îraqê bi awayekê girîng û xurt di nav pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurdî de ye li Tirkiyê û “dema ku Başûr tê de tunebe, kêmasî ye.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG