Lînkên eksesibilîtî

Li Diyarbekirê Polîs û Xwepêşander Birîndar Bûn


Li ser kuştina du kesan li Geverê du roj in li gelek bajar û navçeyan xwepêşanadan tên lidarxistin.

Roja Yekşemê li 19 bajar û navçeyan bizavên protestoyê hatin lidarxistin. Bi hezaran kes li ber avahîya BDP ya Dîyarbekirê kom bûn û xwestin heta Parka Koşuyloyê bimeşin û daxuyaniyek bidin çapameniyê.

Hevseroka BDPê Gulten Kişanak daxûyanîyek da û li ser kuştina Reşad û veyseş İşbilir li Geverê bi zimanek tund hikûmetê rexne kir. Gulten Kişanak destnîşan kir ev bûyer provakaseyonek e ku dixwazin bi van kirina rê li aşitîyê bigirin. Birêz Kişanak got “ Di nav dewletê de hin hêzên tarî hene, JİTEM yek ji wan e ku hebûna wê hatiye îspat kirin. Hun nikarin hebûna van hêzan biveşêrin û bi vê helwestê pêşî li provakasyonan bigrin.”

Hevseroka BDPê got “Ger hikumet jî jibo pengava çareserîyê jidil be, ê vê buyerê ronî bike, provakatoran tespît bike, Jitem û hêzên tarî jî derxe holê.”

Lê jiber ku di nav girseyê de xortên serçav xêlîkirî hebûn û alên PKK û posterên Abdullah Ocalan hilgiritibûn, polêsan rê girt. Bi teqîna du bombeyên deng 3 polês birîndar bûn. Li ser vê yeke alozî derketin polêsan bi xaza îsotê mudaxale kir. Di encamaê de gelek kes birîndar bûn û bi dehan kes jî hatin binçav kirin.

Hêjayî gotinê ye li gorî nûçeyek ku ji ajansa Doganê (DHA) belav bû tê îddiakirin roja Yekşemê bere êvarê serhildayên PKKê li Licê 4 leşker revandin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di derbarê vê bûyerê de got “hin alîyên ku dixwazin xesarê bidin vê pêvajoyê dibin sedemê van bizavan. Buyera Geverê jî bingeha xwe ji van alîyan digre. Ewê nikaribin me ji vê rêya me bikin û emê vê pêvajoyê bidine dewam kirin. Divê derhal leşkerên me berdin.”

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG