Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Bakura Îraqê 11 Kes Hatin Kuştin


Bi sedema teqîna otomobîlekê li bakura Îraqê, bi kêmî ve 11 kes hatin kuştin.

Karbidestên polîsî dibêjin ku teqîna roja Duşemê li dervey çayxaneke bajarokê Buhriz qewimî.

Di wê teqînê de herwiha 23 kes birîndar bûn. Buhriz 60 kîlometroyan li Bexdayê dûr e.

Herwiha bi sedema teqîneke din li paytexta Îraqê, du kes hatin kuştin û sê kesên din birîndar bûn.
XS
SM
MD
LG