Lînkên eksesibilîtî

Çar Serokên Amerîkî Beşdariya Behiya Mandela Dikin


Rêberên cîhanê ber bi Afrîkaya Başûr diçin jibo beşdarbûn di merasîma binaxkirina Nelson Mandela de.

Xebatkarê li dijî apartaydê û serokê berê yê Afrîkaya Başûr, ku 95 salî bû, heftiya bihurî wefat kir.

Serok Barack Obama û hevjîna wî Michelle roja Duşemê ber bi Afrîkaya Başûr çûn û serokê berê Geroge W. Bush û hevjîna wî Laura bi wan re bûn.

Herwiha serokên berê Bill Cliton û Jimmy Carter bi cûda diçin Afrîkaya Başûr.

Merasîma behiya birêz Mandela roja Sêşemê li yarîgeha Soccer city li bajarê Johannesburg birêve diçe.

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG