Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Prof. Kentel: Kurd Nirxê Aştîyê Çêtir Dizanin


Prof. Ferhat Kentel
Mamosteyê Zanîngeha Şehîr ya Stenbolê, li ser xalên nav Pakêta Demokratîkbûnê dide xuya kirin, “ne ku AKP şoreşê pêk tîne, ew gavên werin avêtin di encama têkoşîna tevgera civakî û opozîsyona Tirkîyê de pêk tên.”

Civaknasê Tirk, pêşnîyarên sîstema hilbijartinê rexne dike û dîyar dike, “AKP li şûna wekhevîya hemû partîyan, bi pejirandina pêşnîyarên xwe dixwaze hêza xwe li parlemenê zêdetir bike ku ev jî ne gaveke demokratîk e.”

Ew, çareserkirina rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wekî babeta çareserîya wê herî zehmet û sembolîk dinirxîne ku jibo wî hepsa malê pêşnîyar dike.

Sosyologist Kentel, li ser bûyera Geverê dide zanîn, “hinek derdor hene ku hê jî hewil didin bi rêya bilindkirina rageşîyê pêvajoyê têk bibin. Dewlet jî PKK jî di nav xwe de ne yekdeng in.”

Ew di dawîyê de destnîşan dike, “her çiqas nêrînên cuda hebin jî herî zêde hêla BDP’ê qîmeta aştîyê dizane ku ew bêhtir bi hesreta wê dijîn.”

Jibo guhdarîkirina vê raportê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:12 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG