Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bîlîcî: Li Tirkiyê Rêjeya Binpêkirina Mafê Mirovan Pir Zêde ye


Racî Bîlîcî
Racî Bîlîcî
Neteweyên Yekbûyî 65 sal berê 10 meha 12 weke roja Mafê Mirovan pejirand.
Di sala 2013î de jî li Tirkiyê di warê mafê mirovan de gellek îhlal rûdan.

Rêxistina Amnesty Internaional jî di raporên xwe de destnîşan kir ku li Tirkiyê di binpêkirina mafê mirovan di warê azadîya raman û îfadeyê de, îşkence, dadkirinên ne adil, di redda wîjdanî de, mafê penaberan de, mafên mirovên homoseksuel û transan de, herwiha şîdeta ser jin û zarokan û şîdeta polêsan de xwe nişan dide.

Konseya Awropayê Komiserê Mafê Mirovan Nils Muiznieks di meha 11 de li ser helwesta polêsan di xwepêşandanan de raporek amade kir û destnîşan kir mudaxaleyên polêsan dibe egera binpêkirina mafê mirovan.

Di raporê de hatîye îfade kirin ku di teşkilata polêsan de hişmendiya dewletperwer, militarist, netewperwer û muhafazakarî serdest e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:25 0:00
Direct link

Li gorî rojnameya Zamanê jî Parlamena Ewrupayê jî di derbarê azadîya ragihandinê de raporek amade dike. Li gorî nûçeyê hatiye destnîşan kirin ku li Tirikyê piranîya dezgehên ragihandin di desten kompanîyên mezin de ne ku ev yek jiber dan û sendinên bi hikumet û dewletê dibe egera otosansurek mezin. Dîsa tê gotin bi rojnamevanên ku hikumetê rexne dikin ji kar tên derxistin.

Li ser pirsîyarnameyek ku Wezîrê Dadê bersiv da, Di 13 salan de 2300 girti di zindanê de jîyana xwe ji dest dan. Herwiha 264 girtîyên nexweş hene.
Wekî hersal îsal jî rêjaye tundutujîyê li ser jinê pir bilind bû û din av deh mehên pêşî de 168 jin hatin kuştin.

Platforma Piştigirîya Rojnamevanên Girtî jî da zanîn 64 rojnamevan hê jî di girtîhan de ne.

Serokê ÎHDa Dîyarbekirê Racî Bîlîcî ji Dengê Amerîka re got “ 2013 li Tirkiyê şer rawestîya, kuştina dema şer bidawî bûn di gelek waran de rêjeya binpêkirina mafê mirovan pir zede ye. Wî got rewşa girtîyan ne baş e, bi dehan parêzer û rojnamevan, herwiha parlamenter di girtîgenê de ne.”

Racî Bîlîcî destnîşan kir Wezîrê Dadê dibêje ku kes jiber hizr û ramanê tu kes nayê girtin lê wî got “ Hemî kesên ji doza KCK jiber fikr û ramanên xwe girtî ne.”

Birêz Bîlîcî îfade kir, pisrgirêka Kurd hê nehatîye çareserkirin herwiha li çar aliye Tirkiyê bêtehamuliyek mezin heye jibo bawerî, ol û mezhebên cuda. Wî got “qetliama Roboskê jî yek ji wan binpêkirina mafê mirovane ku weke deqa reş li eniya Tirkiyê ye.”
XS
SM
MD
LG