Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

70 Rêberên Cîhanê di Behiya Mandela de Amade Bûn


Serok Barack Obama
Serok Barack Obama
Merasîma behiya serokê berê yê Afrîkaya Başûr roja Sêşemê li bajarê johannesburg birêve çû.

Serok Barack Obama û bi kêmî ve 70 rêberên din yên cîhanê jî di wê merasîmê de amade bûn.

Bûyera herî balkêş di wê merasîmê de ew bû ku Serok Obama silav li Serokê Kubayê Raul Castro kir. Her ji sala 1961ê vir ve, çi têkeliyên diplomasî li navbera Amerîka û Kubayê nîne. Amerîkayê herwiha embargo li dijî Kubayê ragihandiye.

Di nav rêberên cîhanê de, Serokwezîrê Brîtanî David Cameron, Serokê Fransî Francois Hollande, Serokê Afganî Hamid Karzay û Serokê Zimbabwê Robert Mugabe di merasîmê de amade bûn.

Xebatkarê li dijî apartaydê û serokê berê yê Afrîkaya Başûr, ku 95 salî bû, heftiya bihurî wefat kir.

XS
SM
MD
LG