Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Silav li Serokê Kuba ya Neyar Kir


Serok Obama û Raul Castro.
Serok Obama û Raul Castro.
Serok Barack Obama li Afrîkaya Başûr silav li Serokê Kubayê Raul Castro kir.

Herdu serok roja Sêşemê li merasîma behiya serokê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela beşdar bûn.

Amerîka û Kuba du welatên neyar in, dijminên hev bûn û her ji sala 1961'ê vir ve têkeliyên diplomasî li navbera herdu welatên cîran hatîne hilweşandin.

Amerîkayê herwhia embargoya aborî li dijî Kubayê ragihandiye.

Li dema Şerê Sar (1947 – 1991) têkeliyên navbera Washington û Havana gelek aloz bûn û herdu welatan xwe jibo şerî amade kiribû.

Kuba ya Komûnist, hevalbenda sereke ya Yekîtiya Sovyet bû. Yekîtiya Sovyet jî hevrika serekî ya Amerîkayê bû.
XS
SM
MD
LG