Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Nîgeranîya Xwe Ser Pemaberên Sûrî Radigihîne


Ajansa Penaberan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî nîgeranîya xwe ragihand, hemberî rewşa bi sedan hezar penaberên Sûrî ku di demê de ku pêleka berf, baran û bayên zivistanê gihiştine herêmê.

Dana Silêman yê rêxistina UNHCR îro Çarşemê dibêje, ajansa wê bi hemû şîyanên xwe kar dike, jibo parastina pitir ji 800.000 penaberên Sûrî li Lubnanê ji sermayê ku niha Lubnan bi xwe ve dibîne.

Jiber pêla sermayê, pileya germê li Lubnanê li 0 kêmtir bûye, li bakurê wî welatî û dola Bîqa, ku hejmareke penaberên Sûrî li wan du deveran akincî bûne.

Silêman dibêje ku bi kêmî ve 80.000 penaberên Sûrî vê zivistanê di bin xîvetên tenik de bi ser dibin.
XS
SM
MD
LG