Lînkên eksesibilîtî

Dadgeheke Saudî Tawanbarkirina Endamtîya El Qayde Piştrast Kir


Ajansa fermî ya Nûçeyan li Erebistana Saudî radigihîne ku dadgeheke Erebistanê tawanbarkirina mêrekî bi endamtîya komela teroristî ya El Qayde û plandanan bo kuştina karbidestên mezinên wî welatî piştrast kir.

Dadgehê hikûmê 16 salên zindanî li dijî wî kesî ragihand.

Navê wî mêrî nehatîye eşkere kirin, lê Ajansa Nûçeyan ya Saudî ragihand ku tawankar helgirê passporta Îraqî bû, kesên din bo karên terorîstî navnivîs dikir û dirav kom dikir.

Ajansên Saudî herwiha radigihînin ku wî tawankarî plan danabû mezintirîn melayê Erebistanê, Muftî Abdul Ezîz Bin Abdullah Al Şêx El-Temîmî bikuje.
XS
SM
MD
LG