Lînkên eksesibilîtî

Çîn Berhevkirna Manedela û Zyabao Tundî Rexne Dike


Liu Xiaobo û hevjîna wî
Rojnameyeke ser bi Partîya Komunîst a Çînê bi tundî rexnê li wan kesan digire ku rêberê dijî Apartaydê li Afrîkaya Başûr bi bizavkarê Çînî yê zindankirî Liu Xiaobo hevber dikin.

Piştî mirina birêz Mandela li hefteya borî, jimareke nivîserên Rojavayî û karhênerên tora civakî yên Çînî rexne li Beijingê girt, jiber pesna wê bo serokê berê yê Afrîkaya Başûr, di demekê de ku Beijing bi xwe cûdabîrên sîyasî tepeser dike.

Jimareke nivîskaran herwiha gotin ku gelek lêkçûn li navbera birêz Mandela û Xiaobo hene, ku her du wergirtên xelata Nobel in bo aştîyê û her du ji ber çalakîya sîyasî hatine zindanî kirin.

Lê, berê rojnameya Global Times ya ser bi partîya desthilatdar li Çînê, di gotarekê de îro Çarşemê, van lêkçûnan red dike.

Ew dibêje ku Rojava dosya Liu Xiaobo bikar tînin jibo bêrêzkirnia serwerîya dadwerî û kirêtkirina rekorda mafên mirovan li Çînê.

Wê Rojnameyê herwiha rexne li Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry girt, piştî birêz Kerry roja Duşemê daxwaz li hikûmeta Çînê kir ku akademîk û bizavkar Xiaobo serbest bike, ku eve jibo pênc salane di zindanê de ye.
XS
SM
MD
LG