Lînkên eksesibilîtî

Amerîka Alîkarîya Nekujer li Bakurê Sûrîyê Radiwestîne


Hikûmeta Amerîka roja Çarşemê biryar da ku hemû alîkarîyên xwe yên nekujer jibo opozisyona Sûrî ya çekdar rawestîne, piştî ku komeke radîkal ya Îslamî destên xwe danîn ser wargeheke çekên opozisyonê li nêzîk sînorê Tirkîyê.

Karbidestên Amerîkî dibêjin, di nav wan wargehan de firax û alavên ji alîyê Amerîka hatine pêşkêşkirin hebûn.

Di civînekê de roja Çarşemê, berdevkê Koçka Spî Josh Earnest got ku Amerîka ligel General Selîm Îdrîs yê Artêşa Sûrî ya Azad û tîma wî dipeyive da ku lîsteyekê bi firaxên ji alîyê Amerîka hatine pêşkêşkirin deyinin.

Earnest dibêje ku rêvebirîya Amerîka pêgir dimîne jibo pêşkêşkirina alîkarîya mirovahî bo welatîyên Sûrî, ku bi giştî bi rîya rêxistinên alîkarîyê û Neteweyên Yekbûyî tên belavkirin.

Berî çend rojan, çekdarên ser bi koma Bereya Îslamî ku ji şeş hêzên sereke yên serhildayan pêk tê, girtin ser bingehên Artêşa Sûrî ya Azad li xala Bab el Hawa, ya di navbera Sûrîye û Tirkîyê de.

Bereya Îslamî cuda ye ji Artêşa Azad û daxwaza dewleteke Îslamî li Sûrîyê dike.
XS
SM
MD
LG