Lînkên eksesibilîtî

Kongresa Amerîkî jibo Bernivîsa Butçeya Nû Civîya


Avahîya Kongresa Amerîkî
Qanûndanerên Amerîkî plana xercîya hikûmetê ya sala 2014'ê didin ber çavan da ku tirsa daxistina hikûmetê were hilanîn.

Komarî û Demokrat roja Çarşemê lihev kom bûn da ku berê xwe bidin planeke xercîyê ku ji alîyê berpirsên danûstandinê hatiye pêşkêşkirin da ku rê li ber daxistina hikûmetê were girtin. Di salên dawî de daxistina hikûmetê bûye beşek ji siyaseta Washington.

Li Oktobera bûrî, beşek ji hikûmeta Amerîk 16 rojan hate daxistin, berî ku Kongres bigihêje rêkeftinekê bo dana pereyan bo berdewamkirina operasyonên hikûmeta heta 15ê meha yekê 2014'ê. Wê çaxê desthilata xercîya hikûmetê dîsa bidawî dibe.

Plana rêkeftina nû ji alîyê du berpirsên danûstandinê hatiye amade kirin. yek ji wan Senatorê Demokrat Matt Murray ye û yê din jî endamê Kongres yê Komarî Paul Ryan e.

Di bernivîsa nû de, yek trilyon dolar her salê wekî xercîya hikûmetê hatiye danîn, bo salên 2014 û 2015.
XS
SM
MD
LG