Lînkên eksesibilîtî

Rûsya wê Alîkarîya Sûrîyê Bike


Dîplomatekî blind yê Rûsî dibêje, Moskow dê alîkarîya Sûrîyê bike ku çekên xwe yên navokî veguhezîne welatekî din ku ew çek ji keştîyan bêne hilweşandin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Gennady Gatilov îro Înîyê got, Moskow dê hemî alavên pêdivî peyda bike ku çekên kîmyayî veguhezîne Berava Lazkîye.

Gatilov bi berdewamî got, pisporên Rûsî ji di vî prosesê de cîhê xwe bigirin.

Rûsya û Amerîka meha Îlonê hevbîr bibûn ku bi hevre bixebitin da ku çekên Sûrîyê yên kîmyayî ji holê rakin.

Amerîka pêşnîyar kiribû ku belemekê bide Sûrîyê ku tê de alaveke elektronîk heye ku dikare bandora gazên jahrîn tune bike.
XS
SM
MD
LG