Lînkên eksesibilîtî

NY li Hewlêrê Alîkariyan Dişîne Qamişlo


Neteweyên Yekbûyî dest bi şandina alîkarîya mirovahî ji Kurdistana Îraqê bo Sûrîyê bi rêya esmanî kir.

Piştî paşvexistina jiber rewşa seqayê, balafireke tijî xwarin roja Yekşemê ji Hewlera Kurdistana Îraqê derket û ber bi bajarê Qamişlo çû li bakura rojhilata Sûrîyê. Geşta esmanî yek demjimêrê dirêj kir.

Rêxistina Programa Xwarin Cîhanî (WFP) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ragihand, xwarina ku di nav 12 rojan de tê şandin bo Sûrîyê dê têra şeş hezar malbatên Sûrî heta dawîya meha 12’ê bike. Ji bilî xwarinê, dê herwiha cil û derman jî bi rêya firokeyan werin şandin.

Hêjayî gotinê ye ku şandina alîkarîya hatibû paşvexistin, jiber berfa giran ku gelek welat Rojhilata Navîn daye ber xwe.
XS
SM
MD
LG